Akademisyen ü rojnamegeren ji welaten cuda ku li paytexte Swede Stockholme hatin cem hev, xwestin ku Xelata Wejeye ya Nobele ji niviskare Awistiryayi Peter Handkee ku komkujiya Srebrenitsaye inkar dike ü sücdaren şer en Sirb dipareze, were sitandin.
Akademisyen ü rojnamegeren ku li Stockholme li avahiya ABFe hatin cem hev, bangi Akademiya Zanistan a Qraliyeta Swede ku Xelata Wejeye ya Nobele da Handke kir.
Di nava kesen ku beşdari bangewaziye bün da kesen weki niviskara Alman ku bi esle xwe Xirvat e Alida Bremer, rojnamegera Alman Elke Schmitter, rojnamegera Fransi Florence Hartmann, rojnamegere Amerikayi Roy Gutman, akademisyene Bosnayi Emir Suljagic, rojnamegera Swedi Christina Doctare, ji Zaningeha Sayaybosnaye Prof. Dr. Vahidin Preljevic, Endame Komiteya Norweç Helsinkiye Enver Djuliman, Seroke Komeleya Mehkümen Kampa Berhevkirine Mirsad Duratovic, rojnamegera lekolinera komkujiye Jasna Causevic hene.
Li ser nave kome siyasetmedare Bosnayi Alen Musaefendic ku li Swede diji, daxuyani da peyamnere AAye ü diyar kir, ji ber ku sücdaren şer en Sirb dipareze, ew dixwazin ku Xelata Wejeye ya Nobele ji niviskare Awistiryayi Handke were sitandin ü wiha got, "Niviskar ü akademisyenen giring en dinyaye li ve dere kom bün ü bertek nişani rewşe dan. Te xwestin ku xelat paşda were sitandin." -
|