Tirkiye di 24e hezirane da cardin diçe li ser sindoqan.
Hilbijartinen 24e hezirane we bibe yekemin hilbijartina Sistema Hikümeta Serokomariye ya ku di 16e nisane de bi raydayina gel va ketibü rewace.
Di ve hilbijartine da hilbijer we him parlamenteran ü him ji serokomar hilbijerin.
Encamen Hilbijartina Gişti ya Parlamenteriye ya Heyama 27emin ü Serokomariye we ji hela Ajansa Anadoluye (AA) ben weşandin.
Midüre Gişti ü Seroke Lijneya Reveberiya Ajansa Anadoluye Şenol Kazanci daxuyand ku di 6 hilbijartinen dawin ü referandumeke da pişti demeke kin a jimartina ray ü sindoqan AAye encam gihandin aboneyen xwe ü raya gişti.
Kazanci got encamen ku Ajansa Anadoluye weşandin ü yen sindoqan ji sedi 100 hevdu girtin.
"Ajansa Anadoluye gihiştiye asteke kurewi ü ev ji bo me şanazi ye"
Kazanci ani ziman Ajansa Anadoluye ji bo ku encamen hilbijartinen 24e hezirane bigihine raya gişti amadehiyen xwe temam kir ü wiha axivi: "Pişti ku kar ü baren hilbijartine diqedin em daneyan ji zabitnameyen ku ji hela hemü nüneren partiyan va hatine imzekirin hildidin ü beyi ku rawestin digihinin raya gişti. Hema bibeje 50 milyon hilbijer raye didin ü em encamen hilbijartineke wiha bi awayeki lez ü ji sedi 100 didin. Ev ji hela yekitiyen ajansen nüçeyan yen navneteweyi hatiye pirozkirin ü xelatkirin. Ji bili ajansa neteweyi ya Tirkiyeye Ajansa Anadoluye gihiştiye asteke kurewi ü ev ji bo me şanazi ye."
Kazanci got ekiba AAye ya profesyonel ji bo ku erize ü şaşiyek çenebe sistemek ava kiriye ü di her hilbijartine de ve sistema xwe nü dike, li qade ü sanal ceribandinan dike, paşe encaman digihine raya gişti.
Kazanci daxuyand hilbijartinen 24e hezirane ji hin helan va hilbijartineke cuda ye, lewra di ve hilbijartine de cara ewil parti we bikaribin itifaqe bikin, welatiyen astengdar we sindoqen seyar bi kar binin, him serokomar ü him ji parlamenter we di heman deme de ben hilbijartin, ji ber van guherinan AAye ji di sistema xwe da guherin kir.
Der bare idia ü buxtanen ji bo AAye ten kirin ji Kazanci got yen xebaten AAye aciz dibin van idiayan dikin, le ev ji nişan dide ku ew li ser reya rast dimeşin.
Kazanci wiha dewam kir: "Wek ku te zanin pişti ku kar ü baren hilbijartine diqedin zabitnameyen ku ji hela hemü nüneren partiyan va hatine imzekirin li ciheki ku her kes dikare bibine ten daliqandin. Nüçegihanen Ajansa Anadoluye ji van encaman hildidin ü digihinin navende. Encam li ser bernameya Ajansa Anadoluye ya ku bi xwe amade kiriye te barkirin ü beyi rawestandin bi abone ü raya gişti re te parvekirin."
"Ajansa Anadoluye saziya vi geli ye"
Kazanci destnişan kir encamen teqez en ku Lijneya Hilbijartine ya Bilind (LHB) eşkere dike ü yen AA digihine raya gişti li hev digrin, yen ku idia ü buxtanan dikin heta iro ji delilek nişan nedane ku di daneyen AAye de dubendiyek heye ü wiha dewam kir: "Ajansa Anadoluye saziya vi geli ye. Erişa li ser ve saziya gel ü xebatkaren we yen fedakar neheqi ye, be wicdani ye, pirsgirekeke exlaqi ye. Em kare xwe dikin. Em hewl didin bi awayeki heri baş kare xwe bikin. Eme di hilbijartinen 24e hezirane de ji bi hemü xebatkaren xwe va bi fedakarane ü awayeki heri baş kare xwe bikin. Armanca me ew e ku li dinyaye em di nav 3 ajansan de cih bigrin. Ji bo ku em bigihejin ve armance ji eme be tawiz ü bibiryar bixebitin. Hilbijartinen 24e hezirane ji bo gel ü welate me li ser xere bin." -
|