Serokwezire Japonyaye Abe Şinzo diyar kir ku weki hikümet ji enqrebeyen nexweşen kotibüne yen merüzi politikaya tecride hatin ü ji ber ve bün sedema peşdaraza zirare dide tekiliyen malbate leborine dixwazin.
Li gor xebera ajansa Kyodoye Serokwezir Abe di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ne bi tene ji bo nexweşen kotibüne di heman deme da peşdaraz ü cudakariyeke mezin li endamen malbaten wan hat kirin ü got ev "rastiyeke zor e".
Abe wiha pe da çü: "Hikümet li ser eş ü jana nexweşen kotibüne ü eqrebeyen wan kişandin bi hürgili dixebite ü ji dil ü can leborine dixwaze."
Biryara tazminate bidin eqrebeyen nexweşen kotibüne
Dadgeha Herema Kumamotoye meha çüyi biryar dabü ku politikaya tecride ya hetani sala 1996an peşi le nehat birin mafen nexweşan ü eqerebeyen wan binpe kiriye ü hikümete 370 milyon yeni (kemzede 19,5 milyon lire) weki tazminat bide gilidaran.
Li Japonyaye 561 gilidar hene ü ji ber zordari ü cudakariye madi ü menewi 5,5 milyon yen (kemzede 300 hezar lire) tazminat dixwestin.
Dadgehe biryar dabü ku ji 561 gilidaran tazminate bidin 541 kesi ü sere her yeki di navbera 330 hezar yen ü 1,43 milyon yeni da pere bidin wan.
Dadger Kotaro Endo biryar dabü ku ji ber tengsistiya parlamentoya Japonyaye nexweşen kotibüne ü eqrebeyen wan zirareke mezin ditin. -
|