Ajansa Anadoluye (AA) bangi revebiren Ajansen Nüçeyen Ewropaye kir ku ji bo trajediya mirovi ya li Süriyeye diqewime hesas tevbigerin .
Alikare Midüre Gişti ü Berpirsyare Weşana Gişti ye Ajansa Anadoluye (AA) Metin Mutanoglu li Praga paytexta Çekyaye beşdari civina Lijneya Gişti ya Yekitiya Ajansen Nüçeyan a Ewropaye (EANA) bü.
Mutanoglu li vir axaftinek kir ü li ser mijara Süriyeye sekini. Mutanoglu got ku li Süriyeye nezi sinore Tirkiyeye riska koçeke mezin heye ü xwest ku ji bo belavbüna nüçeyen van geşedanan reveberiya EANAye ji alikariye bide.
AAye ji bo ku kriza li Süriyeye bikeve rojeva dinyaye bangi EANAye kir
Mutanoglu diyar kir ku eger civata navneteweyi eleqeye nişani mijara ihtimala koça li Süriyeye nede dibe ku ev tesir li welaten Ewropaye ji bike.
Mutanoglu li ser nave AAye ji bo ku kriza mirovi ya li Süriyeye bikeve rojeva dinyaye bangi endamen EANAye kir.
Mutanoglu got ku ew bi 13 editoren xwe yen ku bi zimanen biyani weşane dikin ra par çüne Süriyeye ü trajediya li hereme diqewime ji nez va ditin.
Ji hela din Mutanoglu behsa bernameya perwerdeya nüçegihaniya şer ya AAye kir ü got ku eger bixwazin ew dikarin pewerdeye bidin endamen EANAye ji.
Di konferanse da ji xeyni Mutanoglu, Yusuf Kayaye Editore Nüçeyen Ewropaye ji beşdari civine bü. -
|