Li Herema Reveberiya Taybet a Hong Konga Çine diji peşnumaya qanüne ya iadekirina gumanbaran peşiye xwepeşandinen aştiyane dest kirin, le paşe veguherin tundiye. Nüçegihane AAye pevçün ü geşedanan di ci da dişopine.
Ji deveren ku xwepeşanderan kolanen sereke yen bajer girtine, pevçünen li zaningehan hatina dimen ü nüçeyan be navber didome.
Li Hong Konga navenda finanse, xwepeşanderan bajer kiriye mina qada şer ü he ne diyar e be ka tundi ü kaos we çiqas dewam bikin.
Xwepeşander bi awayeki rek ü pek ü plankiri hereket nakin ü weke komen piçük organize dibin ü li hin hereman ji nişka va derten meydane ü bi molotof ü keviran va bi hezen asayişe ra dikevin pevçüne.
AA ji destpeka xwepeşandinen aştiyane yen diji peşnümaya qanüna iadekirine pe va pevajoye dişopine, dawiya hefteye ji disa gihişt hereme ü ragihandina geşedanan didomine.
Li Hong Konge büyeren tund dewam dikin
Li Herema Reveberiya Taybet a Hong Konga Çine peşnumaya ku di protestoyan da büye armanc, meha nisane ji bo meclisa heremi hatibü peşkeşkirin, lebele ji ber protestoyan Serrevebera Hong Konge Carrie Lam derketibü ü gotibü ku peşnuma "mir".
Digel daxuyaniya "peşnuma mir"e, xwepeşandan bi dawi nebün ü Serreveber Lame ve care di 4e ilone da ragihandibü ku peşnuma hat vekişandin ü wiha gotibü, "Hikümet ji bo ku gel nekeve gumane de peşnumaye bi awayeki fermi bikişine."
Xwepeşander ligel betalkirina peşnumaye, dixwazin ku komisyoneke serbixwe were damezirandin da ku tundiya polesan a diji çalakvanan lekolin bike. Herwiha xwepeşander dixwazin ku ji bo çalakvanan efü were derxistin, reformen siyasi cardin ben destpekirin ü dawi li we yeke were anin ku ji protestoyan ra "serhildan" neye gotin. -
|