Li Hataye du kesen eqrebayen hev yen 63 sali simbelen xwe 20 sal e kin nakin ü heta 80 santimetreye direj kirin.
Herdu eqreba li navçeya Arsuze li taxa Derekuye dijin. Ji wan Mehmet Kurtulan bave 5 zarokan e. Kurtulan 39 sal bere biryar daye simbela xwe direj bike.
Simbela Mehmet Kurtulan careke dema xwestiye çay dem bike şewitiye ü careke ji ji ber emeliyeta dil mecbür maye ü simbela xwe kur bike.
Mehmet Kurtulan 20 sal bere disa dest bi direjkirina simbele kiriye. Pişti wi Huseyin Gunduze kurmete wi ji simbela xwe direj kiriye.
Simbela herdu eqrebayan iro gihiştiye 80 santimetreye. Ji gundan ü bajaren derüdore gelek kes ji bona ditina simbelen wan ten taxe ü eleqeyeke mezin nişani wan didin.
Herdu eqreba hefteye careke ji bo simbelan diçin ser berber. Her roj bi makineya poran ya zihakirine şikli didine simbelen xwe ü piştra ji spreye bi kar tinin.
"Gelek kes bi me ra weneyan dikşinin"
Mehmet Kurtulan daxuyani da nüçegihane AAye ü got ku wi 40 salan şoferti kir ü piştra teqawi bü. Kurtulan got ku direjkirina simbelan ji zaroktiye heta niha xeyale wi ye heri mezin bü ü wiha axivi:
"Demeke ez mecbür mabüm ü min simbela xwe kur kiribü. Şikur careke din direj bün. Simbel perçeyeki jiyana min e. Simbela bave min ye rehmeti ji direj bü. Ji wi ra ji digotin 'pala.' Pişti min simbel direj kir kurmete min ji xwest direj bike. Gele li ve dere eleqeyeke mezin nişani me dide. Gelek kes bi me ra weneyan dikşinin."
Huseyin Gunduz ji got ku wi ji xwest şibiya Mehmede kurxale xwe simbela xwe direj bike ü wiha axivi: "Sere sibe ez radibim ü dest bi çekirina simbela xwe dikim. Qasi 40 deqiqeyi ez bi simbela xwe ra mijül dibim. Ez bi makineya zihakirina poran şikil didim simbela xwe ü piştra ji spreye bi kar tinim. Evare ji ez dişom ü piştra dinivim." -
|