Wezire Perwerdeya Neteweyi İsmet Yilmaz di bernameyeke zindi ya TRTye de pirs bersivandin.
Yilmaz der bare tayina mamosteyan de wiha got: "Bila budçeya me qebül bibe, paşe em e daxwaza xwe peşkeşi heyeta ku ji Serokwezire me, Wezareta Darayiye ü Wezareta Xebat ü Ewlehiya Civaki pek te, bikin. Ew e rewşa Tirkiyeye ü budçeye binerin ü destüre bidin me. Di sala be de kem an zede qasi 20 hezar mamoste we inşallah ben tayinkirin. Em ilanan di meha sibate de didin, ezmünan di meha gulane de dikin ü di meha tebaxe de ji mamoste dest bi wezifeya xwe dikin."
Ezmünen liseyan
Wezir Yilmaz der bare modela nü ya derbasbüna liseye de wiha axivi: "Em e di nav meheke de peşkeşi Lijneya Weziran bikin. Heke ew bibejin "temam e" em e paşe eşkere bikin. Le heke bibejin "Na, li ser ve xale verastkirin dive ben kirin, xebat ben kirin" nabe. Ji ber ve heke ew demeke eşkere bikin ü telimata verastkirine bidin ü paşe em ve derengi bixin, we bibejin 'Hat gotin, le nehat kirin'. Ji ber ve di nav demeke kin de ev xebat we be kirin."
Yilmaz behsa perwerdekirina zarokan kir ü wiha pe da çü: "Bila welatiyen me ji ve yeke emin bin, heke malbatek nexwaze zaroka xwe bişine liseya pişeyan an liseya imam xetibe, liseya anadoluye, liseya fene, liseya zanisten sosyal, Wezareta Perwerdeya Neteweyi tu zemani nikare we zaroke bişine dibistana ku malbata wi zaroke naxwaze. Ango ku malbat nexwazin em nikarin ewladen wan bişinin dibistaneke. Kijan dibistan heri zede nezi male be, we di we qade da... Mebesta me ew e ku di perwerdeye de firsenda her kesi wekhev be." -
|