Li İdire çiyager gihiştin hev ü sala 100emin a 19e Gulana 1919an ku Peşenge Mezin Mustafa Kemal Ataturk seba despekirina Tekoşina Neteweyi çü Samsune, li ser tepa Qizildaxe bi alayen Tirk va piroz kir.
Midüriya Ciwani ü Spore ya Bajer, sporvanen Kulüba 5137 Siruşte ü sporvanen Kulüba Çiyageriye ya Zaningeha İdire ji quntare Qizildaxa ser sinore Tirkiye-Ermenistane ra hilkişiyan ser çiye.
14 çiyager ji nav zinaren tik ra hilkişiyan ser tepa çiye ü li we dere alaya Tirk ü pankarten li ser "Sala 100emin a Tekoşina Neteweyi piroz be" nivisandi vekirin ü 19e Gulane piroz kir.
Mustafa Utluye ku ji Bingole beşdari çalakiye bü daxuyani da nüçegihane AAye ü got ku ew di sala 100emin a Tekoşina Neteweyi da hilkişiyan sere çiye ü wiha dewam kir, "Em pir kefxweş bün ü serbilind in ku li ve dere ne. Mustafa Kemal Ataturk ü çekdaren hevalen wi di seri da em minetdare şehid ü xaziyen ku derfeta jiyana azad dan me."
Seroke Kulüba Çiyageriye ya Zaningeha İdire Gurkan Mengunogul ji got ku ew ji bo 19e Gulane beşdari ve çalakiye bün ü wiha dewam kir ü wiha dewam kir, "Em spasdare Xazi Mustafa Kemal Ataturk in ü reze je ra digrin. Çalaki pir xweş bü."
Pişti merasima li ser tepa çiye, çiyager peya bün ü di nav 2 saetan da peyayi quntare çiye bün ü çalakiya xwe bi dawi kirin. -
|