Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 19/04/2024 17:34 
News  > 

Wê Kî Hesabê 241 Şehît Û 2 Hezar Û 194 Xaziyên Min Bide?"

12.10.2016 16:33

Serokomar Recep Tayyip Erdogan li Navenda Kongre ü Çande ya Gel a Beştepeye di Merasima Peşkavetine ya Namzeden Dozgeren Komare ü Dadgeran da xeberda.



Serokomar Erdogan diyar kir ku pişti hewla derbeye ya FETOye lepirsin dewam dikin ü wiha xeberda: "Hetani nika 3 hezar ü 456 dadger, dozger ü endamen daraza bilind en ku eleqeya wan bi rexistine ra hene ji wezifeye hatin avetin. Xenci van 198 dadger ü dozgeren ku ji wezifeye hatibün ixrackirin le bele eşkere bü ku idiayen li diji wan derew in ji vegeriyan ser wezifeya xwe."



Erdogan der bare lepirsinen FETOye yen di kamuye da wiha got: "Car caran te gotin ku 'mexdür hene.' Li qisüre meze nekin mexdür tunene. Çima tuneye? Wexta ku daraz tevi hezen ewlehiye hesas ü ji dil tevbigere mexdür tunene. Heger hesas ü ji dil nebin dema seri li ciyen eleqedar bixin heqen wan ten teslimkirin. Helbet hin xeleti dibin, rast e, le ji bir nekin ku we ki hesabe 241 şehit ü 2 hezar ü 194 xaziyen min bide?"



Serokomar Erdogan di axaftina xwe da wiha got: "Ve gave ji welaten din kesen ku aqil didin me hene. 'Ew qas navan hün çawa ü ji ku dere dizanin? We ev çawa wisa di heman deme da civandin...' Ji min ra ji dibejin. Em dewlet in. Ev der malkoka zarokan nine, em dewlet in. Ke li ku dere çi dike, dewletek van hemüyan nizanibe, istixbarata we ve nizanibe, bila li qusüre neniherin."



Erdogan der bare daxwaza iadekirina FETOye da wiha got: "Dema ew ji me teroristan dixwazin em didin, le biniherin ew nadin. Çima nadin? Qaşo daraz heye ü beyi biryara dadgehe nikarin bidin. Dibe, de bila wisa be. Xwede mezin e. Heman tişt li vir ji dibe ku bibe. Dema tişteki ji me bixwazin em e hewaleyi (qesta dadgeran dike) we bikin. Dema hün biryare bidin em e nedin. Edi wiha ye. Em e him hevalbenden stratejik bin ü him ji tişten didin xeber bidin. Wiha nabe."



Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da got: "Dozgeren te ji hela rexistina terore FETOye ve we ji Amerikaye ben, li vir bixwin ü bigerin, paşe vegerin Amerikaye. Le hüne welatiyeki Komara Tirkiyeye dema ku te welate we bigrin, 6 mehan di girtigehe de bihelin ü wi dernexin dadgehe. Ev tevgera we we bibe bealibün, azadixwazbün. Dema ku em bipirsin ü bibejin 'Hün çima ji wi hesabe napirsin' ji hüne bibejin 'filan ü bevan, li vir darazeke azad ü beali heye'. Qusure neniherin li cem me darazeke beali ü azad ya ji we zedetir heye."



Erdogan wiha axivi: "S&P derdikeve ü dibeje 'Li Tirkiyeye veberhenan naye kirin'... Ev daxuyaniyeke siyasi ü ideolojik e. Kesen ku ten Tirkiyeye ü le digerin, baş pe beled in ku li Tirkiyeye meriv dikare çi bike. Ey S&P ma tu dizani ku Tirkiye li ku dere ye? Peşiye tu ve lekolin bike."



Serokomar Erdogan der heqe taleba iadeya serkirdeye FETOye Gulen da wiha got: "FETOye bi hemü derfeten xwe yen li Tirkiye ü dinyaye va büye amüre kesen ku dixwazin ve pevajoye li diji Tirkiyeye biemilinin. Çi kirin? Seroke rexistina terore ya cudaxwaz teslim kirin ü şüna wi seroke rexistineke din a terore hildan. Listik pir veşarti ye. Dive li hemberi van em pir hişyar bin. Heger ev pevajoya iadenekirine dewam bike, direj bike, de gelek tiştinen hesas hebin ku eme behsa wan bikin."



Erdogan destnişan kir ku nahelin li bakure Süriye koridoreke terore çebibe ü got: "Hezen koalisyone ji çend welatan pek te, hün dizanin? Ji 63 welatan pek te. Em wek 63 welaten koalisyone nikarin DEAŞa ku ji 10 hezari pek te tek bibin, em ji bo ve ji PYDe YPGe ra dibejin ku 'Were, hün terorist bin ji alikariya me bikin da ku em we DEAŞe tek bibin.' Ji teroristan qenc ü xerab çedibe? Ew ji terorist in. Ango hün ji bo ku grübeke terore tek bibin hün bi grübeke terore ya din ra hereket dikin. Qusüre neniherin, em wek Tirkiye destüre nadin ku li başüre xwe, li bakure Süriye koridoreke terore çebibe."



Erdogan diyar kir ku dixwazin Tirkiyeye li derveyi Pevajoye bihelin ü wiha xeberda: "Yen ku rexistinen terore berdidin pesira welate me, mebesta wan ew e ku me li derveyi ve pevajoya kritik bihelin. Le babeteke ku ferq nakin heye, ew ji ew rasti ye ku Tirkiye Tirkiyeya bere nine."



Serokomar Erdogan der heqe daxuyaniyen Clintone da wiha axivi: "Ez, daxuyaniya namzeda Partiya Demokratik Clintone geleki beşans dibinim. Bi heman şeweyi ew ji dibeje 'eme piştevaniya xwe ya bona PYD ü YPGye bidominin'. Daxuyaniyeke geleki beşans e. Bi min di siyasete da penaseya daxuyaniyeke bi vi rengi pir cuda ye. Bi rasti ez viya weki 'ecemitiya siyasi' dibinim. Dive tişteki wiha neye kirin. Di heyameke ku evqas hesasiyet hene da gaveke wiha naye avetin."



Erdogan di axaftina xwe da wiha got: "Milete tirk hini we tişte büye ku li ve erdnigariya ku hezar sal e le diji tebikoşe, bi cane xwe welate xwe bipareze. Heger em hineki bi paş da biçin eme Şere me ye Rizgariye ü Çanakkaleye bibinin. Heri dawin ji me di 15e Tirmehe da nişani hemü dinyaye da ku em bona siberoj, demokrasi ü pirozweriyen xwe dikarin çi bikin."



Serokomar Erdogan di berdewamiya axaftina xwe da got: "Ji bo me terora ku ji Süriye ü Iraqe derte, pir giring e. Ji aliyeke va hesabe kar ü zirare, ji aliyeke va ji meseleya jiyan ü mirine heye, dive em ve baş bibinin. Yen ku tekiliya Tirkiye ya bi hereme ra li ser berjewendiye dihesibinin ü tevlihev dikin ra ez dixwazim wiha bibejim; Tevkariya bi rexistinen terore ra wek listika bi agir ra ye. Ev agir bi me nagre, le ez ditirsim ku yen ku pe dileyizin we wan bisoje." -



 
Latest News


  • Serokomar Erdogan der barê ziyareta xwe ya Iraqê da daxuyanî da
  • Serokomar Erdogan der barê ziyareta xwe ya Iraqê ya ku dê di 22yê nîsanê roja duşemê bike da got ku ev ziyaret hatibû taloqkirin, bi temambûna hilbijartinê va vê bi cî tînin "Erdogan ragihand ku dê li Bexdayê bi Serokomar û Serokwezîr ra hevdîtinan bike û got ku "Em ê ji wir Hewlêrê jî...
  • -5 minutes ago...



 
 
Top News