Seroke Gişti ye AK Partiye ü Serokwezir Yildirim: "CHP ü HDP der bare pergala hikümeta serokomariye da tu tişteki xeber nadin. Kare wan vir ü derew e. Wexta li Meclise hevditinen guherandine dihatin kirin CHP ü HDP li ku bün? Wan kursi dagir dikir ü kulm li insanan dixistin."
Seroke Gişti ye AK Partiye ü Serokwezir Binali Yildirim li Bitlise li Gokmeydane xitabi gel kir.
Serokwezir Yildirim di xeberdana xwe da wiha got: "Di guherindana qanünan bingehin de tişten ku tunene, Kiliçdaroglu derketiye behsa wan dike. Gava em dibejin tu derewan diki, we hinge bersive dide dibeje werin em li ser televizyone biaxivin. Em e ligel çi biaxivin? He te ev guherina qanünan bingehine nexwendiye, tu tişteki nezani ü dibeji were em niqaş bikin. Emre we bi niqaş ü axaftinan derbas bü çü. Wexte me ji bo niqaşan tuneye. Gel li heviya xizmete ye, milet kar dixwaze, milet dixwaze welat zü bimeşe." -
|