Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 17/05/2024 14:29 
News  > 

Serokomar Erdogan: "Em helwesta rêvebirên Rojavayî ya ji bo komkujiya Xezeyê û polîtîkayên wan yên durû bi îbret dişopînin"

02.05.2024 15:42

Serokomar Recep Tayyip Erdogan, "Revebiren Rojavayi yen ku bi salan e dersa demokrasi ü azadiye didin me, em helwesta wan a seba komkujiya Xezeye ü politikayen wan en durü bi ibret dişopinin."

Erdogan li Salona Peşangehe ya Kuliyeya Serokomariye xitabi beşdaren Komxebata Perwerdeye ü Peşvabirina Kapasiteye ya Yekitiya Demokraten Navneteweyi kir.

Serokomar Erdogan destnişan kir weke dewleteke ku li dervayi welet bi dehan welatiyen xwe ji ber terora nijadperest qurban daye, nikarin li ber van büyeren kiret bedeng bisekinin ü wiha axivi, "Hesasiyeta ku ji bo antisemitizme te nişandan mixabin ji bo erişen ji ber dijberiya İslame ü nijadperestiye ten kirin naye nişandan. Terora Neonazi ku iro heza xwe ji nefreta diji Tirk ü Misilmanan hildide, edi ji bo ewlehiya can ü male insanen me büye gef ü talüke. Tevgeren rastgir yen radikal li hin dewleten Ewropaye bi deste dewlete ten parastin, ev li ser nave demokrasiyen Rojavaye sosret, şerm ü skandal e. Demen dawin kampanyayen ku me ü welate me dikin hedef zede büne ü ew ne tesaduf e. Armanceke tekane ya van kampanyayan heye ku ew ji bedengkirina me ü Tirkiyeye ye."

Erdogan diyar kir kesen ku dersa mafen mirovan didin, 15 hezar je zarok kuştina 35 hezar Filistiniyan temaşe kirin ü wiha got, "Tirkiyeye ne tene di meseleya dijberiya İslam ü biyaniyan da, di qeyrana Xezeye da ji ku 7 meh e didome, sekneke berxweder ü werek nişan daye. Revebiren Rojavayi yen ku bi salan e dersa demokrasi ü azadiye didin me, em helwesta wan a seba komkujiya Xezeye ü politikayen wan en durü bi ibret dişopinin."

Serokomar Erdogan got nijadkujiya ku İsrail li diji xwişk ü birayen me yen Xezeyi dike, timi anine rojeve ü wiha dewam kir, "Digel hemü zexten lobiya siyonist a kurewi em ve helwesta xwe diparezin. Ez dixwazim binim bira kesen ku me ü welate me hedef nişan didin, hün bi neyarnişandina Tirkiyeye nikarin bigihejin dereke. Deqa antisemitik bi me va nazeliqe."

Erdogan diyar kir berjewendiyen İsraile sinoren demokrasiya Rojavaye xez dikin ü got ku hemü tişten diji berjwendiyen İsraile di çave wan da antidemokratik ü antisemitik in.

Serokomar Erdogan di berdewamiye da got, em çawa li diji dijmintiya İslame, dijberiya biyaniyan ü her cure nijadperestiya çandi ne, em bi heman awayi ji antisemitizme red dikin. -



 
Latest News





 
 
Top News