Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 27/04/2024 11:02 
News  > 

Serokomar Erdogan: "Em ê bi têgihiştina seferberiyê venûjeniya 650 xaniyan di nava 5 salan da biqedînin"

29.03.2024 16:27

Serokomar ü Seroke Gişti ye AK Partiye Recep Tayyip Erdogan, "Em e bi tegihiştina seferberiya tam, bixebitin ü inşaellah venüjeniya 650 xaniyan di nava demeke kurt da, ango di 5 salan da biqedinin."

Erdogan li Stenbole li Meydana Bajer ya Sultanbeyliye di mitinga partiya xwe da axivi.

Serokomar Erdogan destnişan kir ji bo ku ji emperyalist ü rehevalen wan ü wesayetkar ü derbekeran ra seri danenin, li ser hev dafik li ber wan hatine danin ü wiha axivi, "Ji ber ku me got cihan ji 5an mezintir e ü me itiraz li tevliheviyen pergala ewlekariye kir, embargo li me hatin kirin. Ji bo me got (one minute) ü diji zilma li kesen te kirin derketin, ji ber ve helweste em bi cudakariye ra rü bi rü man."

Erdogan diyar kir reveberiya Stenbole kareki wisa nine ku bi mesaiya nivdemi çebibe ü wiha got, "Stenbol ji xwe ra şirikan qebül nake. Ew wexta ku lazim e ji bo amadekariya erdheje be xerckirin, li neçira delegeyan e, li bazarikirina digel DEMe ye. Gava hewcedari bi wan hebe ü yan ji hewa xerab be ya diçe betlaneye, yan pey alikariya serokatiye dikeve ü yan ji li Sariyere bi balyozaran ra masiya dixwe."

Serokomar Erdogan destnişan kir ji bo Stenbole tişta berahi amadekariya erdheje ye ü wiha axivi, "Di serdema dawin da we ji bo ve mijare hewlek, projeyek ü icraetek ditiye? Li Stenbole hemleya revebiriya heremi ku me 30 sal bere da destpekirin mixabin di 5 salen dawin da sekini ü heta berevaji bü. Em e bi tegihiştina seferberiya tam, bixebitin ü inşaellah venüjeniya 650 xaniyan di nava demeke kurt da, ango di 5 salan da biqedinin."

Erdogan di berdewamiye da wiha peyivi, "Ji ber ku reveberiya heyi xeten metroye yen ku ji me dewr standin, çenekir ü projeyen ji bo rehetkirina trafike ji peş nexistin, bajar hale hazir xiliqiye. Dive çavkaniyen ji bo xizmeta gele bajer hatiye veqetandin ji bo armancen din neyen emilandin. Dive Stenbol neye xemginkirin." -



 
Latest News





 
 
Top News