Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 03/05/2024 19:49 
News  > 

Serokomar Erdogan bi Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye ra hevdîtin kir

20.04.2024 19:12

Di hevdîtina ku di serî da Xeze li ser êrîşên Îsraîlê yên dijî axa Filistînê sekinîn da Erdogan diyar kir ku Tirkiye ji bo ku bala civaka navneteweyî bikşîne ser zilma dijî Filistîniyan hewldanên xwe yên dîplomatîk didomîne Erdogan destnîşan kir gelekî heyatî ye ku Filistînî di vê pêvajoyê da...

Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi Seroke Buroya Siyasi ya Hemase İsmail Heniye ra li Ofisa Xebate ya Dolmabahçeye hevditin kir.

Li gor daxuyaniya ji Serokatiya Ragihandine ya Serokomariye di hevditine da di seri da Xeze li ser erişen İsraile yen diji axa Filistine, ji bo ku alikariyen insani di asta te xwestin da ü benavber bigihejin Xezeye tişten dive ben kirin, mijaren der bare li hereme pevajoya aştiye ya adil ü mayinde hatin guftügokirin.

Serokomar Erdogan diyar kir Tirkiye ji bo ku bala civaka navneteweyi bikşine ser zilma diji Filistiniyan hewldanen xwe yen diplomatik didomine.ü da zanin ku dawileanina wehşete ü hewcehiya agirbesta mayinde ya acil di her firsende da te destnişankirin.

Erdogan diyar kir ku İsrail teqez de rojeki bedela zilma ku diji Filistiniyan tetbiq dike, bide ü Tirkiye de li her zemine qetliamen diji Xezeye qise bike ü got ku hemü hewldan ji bo avakirina Dewleta Filistine ya serbixwe ku mifteya aştiya heremi ye ü li hereme hatina aramiya mayinde ten dayin.

Ji 45 toni zedetir alikariya insani hat sewqkirin

Serokomar Erdogan di hevditine da destnişan kir geleki heyati ye ku Filistini di ve pevajoye da di nav yekitiye da tevbigerin ü da zanin reya bersiva heri xurt a ku de bidin İsraile ü reya serkeftine ji yekiti ü bihevrabüne ra derbas dibe ü da zanin diji İsraila ku raya gişti ya navneteweyi şaş berheli dike divü doza gele Filistine ü rasti betir ben qisekirin.

Erdogan diyar kir ji bo ku piçek ji be eşen diqewimin kem bike Tirkiye alikariyen insani yen ji bo Filistine didomine ü destnişan kir ku heta iro ji 45 hezar toni zedetir alikariya insani sewqi hereme kirin.

Erdogan sersaxi da Heniye

Serokomar Erdogan behsa rageşiyen di navbera İsrail ü İrane da ji kir ü destnişan kir ku dive tişten diqewimin ji bo İsraile bingehek ava neke, ji bo ku li Rojava atmosfera ku pirsiyariya erişen İsraile dike belav nebe giring e ku xebaten ji nü va bale bikşinin ser Xezeye ben kirin.

Serokomar Erdogan di hevditine da ji ber zarok ü neviyen wi yen ku di erişa İsriale da şehid ketin sersaxi da Heniye.

Di hevditine da Wezire Karen Derva hakan Fidan, Seroke Teşkilata İstixbarata Neteweyi İbrahim Kalin, Seroke Ragihandina Serokomariye Fahrettin Altun, Serşewirmende Ewlehiye ü Politikaya Derva ye Serokomariye Balyoz Akif Çagatay Kiliç ü Serşewirmende Serokomariye Sefer Turan ji ci girtin.

Berpirse Dervaye Welet ü Hemase Xalid Meşal, Endame Buroya Siyasi ye Hemase Xelil el-Hayye, Endame Buroya Siyasi ye Hemase ü Berpirse Şeriaya Rojava Zahir Cebbarin ü ji rayedaren Hemase Müsa Akkari ji di hevditine da amade bün. -



 
Latest News





 
 
Top News