Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 17/04/2024 00:06 
News  > 

Serokomar Erdogan Bang Li Ewropayê Kir

28.04.2017 14:43

Serokomar Erdogan bang li Ewropaye kir ü wiha got: "Wek Serokomar ez e her dem li cem veberder ü karsazan bim. Em e li dewleten din ji bi taybeti kar ü xebaten xwe bikin. Bila di ve mijare da gumana kesi tunebe ü guh nede kampanyayen xelet yen li derva ten kirin. Ez bang li kesen van kampanyayan dikin, dikim: Peşiye li welate xwe teroristan nehewinin ü veneşerin. Bi taybeti ji Ewropa... Dev ji ve berdin. Temam, we piştgiriye da kampanyaya 'na'ye ü hün bi ser neketin. Niha we deftere bigirin ü hewl bidin ü bibejin 'em e çawa bi Tirkiyeye ra tekiliyen baş deynin.' Em digel wan kampanyayan deriyen xwe ji we ra vedikin."



Serokomar Recep Tayyip Erdogan di rüniştina taybet a Zirweya Stenbole ya Konseya Atlantike da axivi.



Erdogan di xeberdana xwe da bal kişand ser rageşiya di Meclisa Makedonyaye da derket ü wiha got: "Me bi hev ra tişten do li Makedonyaye qewimin temaşe kir. Büyeren pişti hilbijartina seroke meclise derketin eceb in. Tundi ji bo pirsgirekan nabe çareseri. Li ser nave dewleta xwe ji kesen birindar bün ra dibejim 'derbasi be.' Sere serda tirken li Makedonyaye ji büyeran dür sekinin ü hevi dikim ve helwesta xwe biparezin. Dixwazim li Makedonyaya dost hizür ü istiqrar çebe."



Serokomar Erdogan di axaftina xwe nizama miesses a kurewi rex kir ü wiha dewam kir: "Nizama miesses a kurewi li ber mijaren ku tesira wan li ser me çedibin, bi taybeti ji yen li herema me, çalakbüna xwe winda dike. Mixabin itibara platformen wek Konseya Ewlekariye ya NYye ü YEye ji ji bo hesaben berjewendiya dembori ya hin welatan te qurbankirin. Ji ber ku mekanizmayen ji bo çareseriye hatine avakirin nikarin bersive bidin, edi ketine haleki wisa ku ji çareseriye zedetir pirsgirekan derdixin."



Erdogan destnişan kir yan em e format biavejin mekanizmayen heyi yan ji em e temaşe bikin ü pe da çü: "Bi taybeti dive hin rasti baş ben fehmkirin. Yan em e format biavejin mekanizmayen heyi yan ji em e temaşe bikin ü virusa reşbiniye laşe me dorpeç bike. Yan em e guh bidin daxwaz ü peşniyazen aktoren teze yan ji em e teslimi pergala beçareseriye derdixe, bibin. Yan em e re bidin baye guherine ye ji jer va te yan ji em e bisekinin ü ev ba bibe babelisk ü em ji bi ber bikevin ü wenda bibin. Tişten li ber me vekiri ü eşkere ne. Beguman di deste me da ye em ve tabloya neyini bikin ereni ü qeyrane ji xwe ra bikin fersend."



Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da bal kişand ser mijara penaberan ü wiha got: "6 sal in bi temami bi derfeten xwe 3 milyon penaber em li welate xwe dieziminin ü heta niha tevli saziyen sivil ji bo wan bi qasi 25 milyar dolar pere hatiye xerckirin. Ye ku ji me ra te çi qas e? Ji Yekitiya Ewropaye li gor soza ku dane di Tirmeha 2016an da lazim bü 3 milyar ewro bidana, le heta niha çi qas hatiye 725 milyon ewro hatiye, lazim bü 3 milyar ewroye din ji bihata le qet deng dernakeve. Gelo ji Komiseriya Bilind a NYye tiştek nehat? Ji wir ji 550 milyon dolar hat. Ye ji me ra hatiye ev e le pereye me xerc kiriye 25 milyar dolar e."



Erdogan di axaftina xwe da bedengiya li diji Rexistinen terore rexne kir ü wiha peyivi: "Tene bi hinceta li diji DEAŞe şer dike bedengiya li hemberi rexistinen terori yen wek PKK, YPG re li ber guherinen demografik ü nijadi, kuştinen li hereme ü sücen mirovahiye vedike. Em PYD ü YPGye nas dikin. Ev zaroken PKKya rexistina terori ya li cem me ne. Em wan baş nas dikin ü em dizanin li ve hereme ki çi kes e. Dive ev ji me were pirsin. Dive dosten me ji me hin bibin. Ji ber ve ji li ser agahiyen xelet ji bo peşeroje gaven xelet ten avetin ü herem di nav xirabbüne da ye. Medeniyet xirab dibin ü insan mehkümi mirine dibin."



Serokomar Erdogan destnişan kir em dixwazin axa Süriyeye ji hev neqete ü wiha got: "Tişteki pir asayi ye ku Tirkiye wan heqen xwe yen li gor hiqüqa navneteweyi ji hene bi kar bine. Em dewleteke hiqüqi ne, heqe me çi be em wan bi kar tinin ü eme bi kar ji binin. Heta tehdid dewam bikin eme bi her awayi tevdiran hildin. Eme bi tu awayi nehelin ku li ser sinore me ye başur koridoreke terori be avakirin. Hela hela li bakure Süriyeye hin cahilen hewla avakirina dewlete didin hene. Gotinek heye 'Dibejin cahil werek in' ew ji di we kefe da ne li gor xwe lijneya weziran ava dikin filan... Em van bebersiv nahelin ü destüre nadin ku li bakure Süriyeye dewleteke wiha be avakirin. Lewra em li diji parçebüna Süriyeye ne, em dixwazin axa Süriyeye ji hev neqete. Em bibiryar in ku tekoşina xwe ya li diji terori li hundir ü derveye welet bidominin. Em di ve mijare da ji hemü heval ü hogiren xwe li benda piştgiriye ne."



Der bare tekili ü pewendiyen Tirkiye-Emrikaye da ji wiha got: "Bere bi saya helwesten hevbeş me bi hev ra dit çawa serkeftin ü bandoren stratejik çebün. Bi taybeti di ve heyama hesas da tekiliya bi hevalbendan ra zehf giring e. Pewendiyen payebilind en bi revebiriya Trump ra ji Kanüna Paşin a 2017an vir va dewam dikin. Ez hevi dikim bi birez Trump ra ji bo tekiliyen Tirkiye-Emrikaye rüpeleke nü vebe."



Li ser mijara vejene ji Erdogan wiha peyivi: "Di sedsala 21an da dive enerji sedema werankeriye nebe, mifteya hevkariye be. Bi ve nerine ji bo peşvebirina hevkariya navneteweyi em mazüvaniya gelek çalakiyen kurewi dikin."



Erdogan bal kişand iadekirina sereke FETOye ü wiha got: "Daxwaza me ya sereke ji Emrikaye ew e seroke FETOye be girtin ü ji bo mehkemekirine iadeyi Tirkiyeye bikin."



Serokomar Erdogan destnişan kir piştgiriya ku Tirkiye ji mutefiqen xwe hevi dike hem diyar e ü hem ji heqe we ye ü wiha got: "Em himayekirina wan kujeren qesda demokrasiya me kirin ü 249 insanen me kuştin ku ji hela welaten em dost dihesibinin va te kirin nikarin qebül bikin. Esase İtifaqa Atlantik ü NATOye ew e ku li hev xwedi derkevin, di rojen zor ü zehmet da piştgiriya hev bikin. Heke em li hesasiyeten hev xwedi dernekevin, em nikarin bihevrebüne nişan bidin. Piştgiriya ku Tirkiye ji mutefiqen xwe hevi dike hem diyar e ü hem ji heqe we ye."



Erdogan bal kişand ser hevditina xwe ya we bi Trump ra bike ü wiha xeber da: "Ya ku em ji Birez Trump hevi dikin; em e bi tene DEAŞe texin hedefe an hemü rexistinen terori? Heke em bi tene bere xwe bidin DEAŞe em e tekevin şaşiye. Yane ji aliyeki va rexistineke terori ji hole radikin ji aliye din va rexistineke terori ya din hezdar dikin. Lewra mixabin alikariya silehan didin wan. Silehen ku ji wan ra ten bi DEAŞe ra parve dike. Di deste me da hemü belge hene. Dimen hene, qeyd hene, em van baş dizanin, tu maneya we tune ku vana wir da ü we da birevinin. Dibe ez ji Birez Trump ra qala van bikim."



Serokomar Erdogan diyar kir Tirkiye ji bo Atlantike giring e ü wiha got: "Tirkiye ji bo herdu aliyen Atlantike weki paşeroje di peşeroje da ji şirikeki xurt ü ewle ye. Di ve heyame da gelek giring e em ve hevkari ü hevalbendiye bihez bikin. Di ve heyama hesas da dive em şirikati ü hevalbendiya xwe ji nü va xurt bikin. Dive em tekiliyen xwe di ser rexistinen terori ra nemeşinin ü wek dewlet bi hev ra bimeşinin. Rexistinen terori ki ne? Em çima wan hildidin cem xwe? Rexistinen terori endamen NATOye ne? Na. Di NATOye da em bi hev ra ne. We çaxe em çima ji rexistinen terori alikariye dixwazin? Em hene. Em amade ne li hereme her cure alikariye bidin ü em amade ne di nav her cure koalisyone da ci bigirin. Le bi rexistinen terori ra qet nabe... Lewra ew neyaren me ne."



Erdogan di xeberdana xwe da der bare referandüma 16e Nisane da wiha got: "Di van çend rojen dawin da qevzen di qada aboriye da, bi taybeti ji gaven ji bo peşi li veberhenane vebe ten avetin, Tirkiye wek bendergeha biewle te ditin, ev ji nişan dide ku encama ve hilbijartine ber bi ku dere va diçe."



Serokomar Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Wek Serokomar ez e her dem li cem veberder ü karsazan bim. Em e li dewleten din ji bi taybeti kar ü xebaten xwe bikin. Bila di ve mijare da gumana kesi tunebe ü guh nede kampanyayen xelet yen li derva ten kirin. Ez bang li kesen van kampanyayan dikin, dikim: Peşiye li welate xwe teroristan nehewinin ü veneşerin. Bi taybeti ji Ewropa... Dev ji ve berdin. Temam, we piştgiriye da kampanyaya 'na'ye ü hün bi ser neketin. Niha we deftere bigirin ü hewl bidin ü bibejin 'em e çawa bi Tirkiyeye ra tekiliyen baş deynin.' Em digel wan kampanyayan deriyen xwe ji we ra vedikin." -



 
Latest News





 
 
Top News