Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 04/05/2024 06:54 
News  > 

Serkeftiyên pêşbirka Istanbul Photo Awardsê yên sala 10emîn hatin eşkerekirin

Serkeftiyên pêşbirka Istanbul Photo Awardsê yên sala 10emîn hatin eşkerekirin

22.04.2024 12:42

Serkeftiyen peşbirka weneyen nüçeyan ya navneteweyi "Istanbul Photo Awards"e ya ku ji hela Ajansa Anadoluye (AA) va 10 sal e te lidarxistin, hatin diyarkirin.

Di peşbirke da ji 20 hezari zedetir wene hatin peşkeşikirin ü di 10 beşan da 32 wenegiran xelat wergirt.

Di nav weneyen ku ji deveren cuda yen cihane hatine şandin da, weneye wenekeşe Reuterse Mihemed Salem a bi nave "Jina Filistini ya ku cinazeye biraziye xwe hembez kiriye" xelata "Weneye Sale" hilda.

Di wene da İnas Ebü Maamara 36 sali ya Filistini, cinazeye biraziye xwe Saly ye 5 sali ye ku di erişa İsraile da li Nexweşxaneya Nasire ya li Xan Yünisa li başüre Xezeye hat kuştin, hembez dike.

Qeyda 18 hezar wenekeşan di Istanbul Photo Awardse da heye

Ji sala xwe ya ewil ü vir va qeyda 18 hezar wenekeşan di Istanbul Photo Awardse da heye.

Di peşbirke da juriyeke navneteweyi yen ku ji naven navdar en cihane pek te serkeftiyan diyar dikin.

İsal di jüriye da wenekeş ü çekera National Geographice Ami Vitale, wenegir Carol Guzy, nüçegihane weneyan ü endame ajansa NOORe Yuri Kozyrev, nüçegihane weneyan ye The Globe and Maile Goran Tomasevic, vebejere ditbar Marion Mertens, şewirmende medyaya ditbari Michel Scotto, nüçegihane sereke ye werzişe ye Getty Imagese Cameron Spencer, wenegir Ahmet Sel ü Midüre Nüçeyen Ditbari ye AAye Fırat Yurdakul hene.

Di kategoriya "Nüçeyen Rezkiri" da wenegire Agence France Presse (AFP) Mehmud Hams bi weneyen xwe yen der bare erişen İsraile yen li ser Xezeye da bü yekemin.

Werzişvane Swisreyi Stefan Kung di Şampiyonaya Ewropaye ya Reya UEC ya 2023an da qeza kir, le bi rüye xwe ye xwini duçerxe ajot ü peşbaziye domand. Wenekeş Luca Bettini weneye ku rewşa Stefan nişan dide kişand ku bi vi weneye xwe va di kategoriya "Werzişa Tekane" da bü yekemin.

Wenegire Agence France-Presse (AFP) Jeff Pachoud bi weneyen xwe yen peşbaziya duçerxe ya Jinan a Fransaye va di kategoriya "Reze Werziş"e da bü yekem.

Di kategoriya "Xweza ü Jingeh a Kit" da Minqiang Lu bü yekem ku weneya wan filan kişand ku li Sri Lankaye li ser sergo li tişteki xwarine digeriyan.

Juriye her wisa xebata Garry Lotulung a di ware parastina xwezaye da ji weki yekemine kategoriya "Reze Werziş ü Jingeh" neqand.

Bi tevahi di 10 kategoriyan da 30 xelat hatin dayin

Emeke Obanor weki yekemine kategoriya "Portre Kit" hat neqandin ku bal dikişine ser emilandina poşeten plastik.

Juriya ku di 10 kategoriyan da bi tevahi 30 xelat dan, taybet ji bo sala 10em a peşbirke, di ware "Wenegire Ciwan" da xelat da Rajendra Mohane ku di xebaten xwe da li ser jinebiyen Hindi radiweste ü her wiha Sammer Al-Doumye wenegire Agence France-Press (AFP) e weneyen erdheja Tirkiyeye kişandin.

Di çarçoveya peşbaziye da bi tevahi 60 hezar dolar xelat hat dayin ü her wiha ji bo xelatgiren yekemen hemü kategoriyan wenegira SONY Alpha A7 III de were peşkeşkirin.

Turkcell, Sony, Rehewaya Tirkan (THY) ü Ajansa Tevkariya Tirk ü Kordinasyone (TİKA) bi sponsoriya xwe va piştgiri dan peşbirka isal.

Zanyariyen li ser weneyen xelatkiri ü yen der heqe endamen juriye da li ser malpera "istanbulphotoawards.com" ten ditin. -



 
Latest News





 
 
Top News