Neteweyen Yekbüyi (NY) diyar kir ji destpeka sala 2017an heta niha li Emrikaye 10 kes hatin idamkirin ji ber li eyaleta Arkansase di 8 rojen dawin da 4 kes hatin idamkirin ji nerazibüna xwe ani ziman ü bang kir ku bila li seransere welet cezaye idame be rakirin.
Li Ofisa Cenevreye ya NYye civina çapemeniye hat kirin ü ji berdevken Komiseriya Bilind a Mafen Mirovan a NYe Elizabeth Throsselle got: "Li Arkansasa eyaleta DYAye sepandina cezayen idamkirine 12 sal hat taloqkirin le pişti ve di nav 8 rojan da 4 kes hatin idamkirin ü em ji ve pir aciz bün."
Throsselle got ku cezaye idame di salen dawin da daketiye ü wiha pe da çü: "Di sala 2009an da li welet 52 kes, par 20 kes le isal heta niha 10 kes hatin idamkirin."
Throsselle bangi DYAye kir ü xwest ku cezaye idame rakin. -
|