Kani Bekoye Seroke Gişti ye DİSKe ragihand ewe 1e Gulane Roja Ked ü Desthevgirtine digel DİSK, KESK, TMMOB, TTB ü rexistinen din di seri da li Stenbole li Bazara Gel a Bakirkoye ü li her deren Tirkiyeye piroz bikin.
Kani Bekoye Seroke Gişti ye DİSKe, Lami Ozgene Seroke Gişti ye KESKe, Raşit Tukele Seroke Yekitiya Tebiben Tirkiyeye (TTB) ü Emin Koramaze Seroke Yekitiya Odeya Mimar ü Endezyaren Tirkiyeye (TMMOB) li Navenda Gişti ya DİSKe ji bo 1e Gulane Roja Ked ü Desthevgirtine daxuyani dan.
Li ser nave saziyan Kani Beko daxuyaniya çapemeniye xwend ü ragihand ewe 1e Gulane Roja Ked ü Desthevgirtine digel DİSK, KESK, TMMOB, TTB ü rexistinen din di seri da li Stenbole li Bazara Gel a Bakirkoye ü li her deren Tirkiyeye piroz bikin.
Beko ji bo pirozbahiya li Bakirkoye destnişan kir saeta kombüne 11.00, saeta meşe 12.00 ü saeta destpekirine ji 13.00 e ü got we reya meşe bi deste Komiteya Tertibkirina 1e Gulane be eşkerekirin.
Kani Beko diyar kir weki her sal we kesen di 1e Gulana 1977an da mirin bi bir binin ü got em e 29e Nisane di saet 11.00an da li Kazanci Yokuşu, di saet 13.00an da li Şişhaneye ü di saet 15.00an da li Kadıkoye merasimen bibiranine çekin. -
|