Komisyona Tekiliyen Derva ya Meclisa Qanündanine ya Nüneren Gel (House of Commons) a şaxa bin Parlementoya İngiltereye der bare Tirkiyeye da rapor weşand ü qala potansiyela tekiliyen navbera Tirkiye ü İngiltereye hat kirin.
Di rapora bi sernava "Tundi yan başbün? Ji bo Tirkiyeye wexte biryare - Parlementer piştgiriye didin rola ingiliz a ereni" da wek şirikeki navneteweyi li ser giringiya Tirkiyeye sekinin.
Rapor ji 79 rüpelan pek te ü bi taybeti ji bal dikşine ser tekili ü hevkariyen qada ewlehi, pişeye parastine ü bazirganiye ya di navbera İngiltere ü Tirkiyeye da.
Di rapore da te gotin ku Tirkiye li hereme hezeke xurt e ü navendeke giring e ü biryaren Tirkiye bide ji ji bo peşeroja hereme xweditesir in.
Tekoşina Tirkiye diji DEAŞa rexistina terore dide ü ji bo starbüna penaberan hewl ü xebaten dike di rapore da cih girtin ü di bicihbüna istiqrare ya li hereme da ji rola Tirkiyeye derxist peş.
Hewla derbeye ya 15e Tirmehe
Hewla derbeye ya 15e Tirmehe ji di rapore da cih girt.
Ji bo 15e Tirmehe hat gotin ku demokrasiya welet hedef hat girtin ü piştgiriya ku İngiltereye di ve meseleye da, da Tirkiyeye di cih da bü. -
|