Hat ragihandin li Müş ü heremen li ser Müşe we isal li 85 hezar dekari silq be ajotin.
Yunus Okyare Endezyare Herema Navendi ya Fabriqeya Şekir a Müşe daxuyani da rojnamevanan.
Okyar destnişan kir di çarçoveya kampanyaya heyama 2017-2018an da li tevahiya bajer we 3 hezar ü 774 cotkar li 85 hezar dekari silq biavejin.
Yunus Okyar diyar kir heta niha 13 hezar dekar silq hatiye ajotin ü wiha got: "Ji ber barane isal ajotina silqan çend roj bi derengi ket. Heger hewa xweş be ü baran nebare we heta nive meha gulane silq ben ajotin."
Okyar destnişan kir par cotkaran 365 ton silq ajotin ü wiha xeber da: "Hedefa me isal 400 hezar ton e. Em e je 50 ton şekire kristal çekin ü we qedere 150 milyon lire feydeye bide aboriya Müşe. Li herema navend 37 hezar, li Tile 4 hezar ü 820, li Derxase 3 hezar ü 880, li Guroymake (Norşin) hezar ü 200, li Bingole 750, li Kope 23 hezar ü li Milazgire 14 hezar dekar we silq be ajotin."
Zulkuf Erikliye Seroke Yekitiya Avdane ya Müşe destnişan kir isal 210 lire bihaye tabane dane silqan ü wiha got: "We cotkar kefxweş bibin. Kota tuneye, li Fabrikeya Şekir a Müşe zedebariya kotaye heye. Cotkar çiqas bixwazin kota te dayin." -
|