Li Adiyemane li Bajare Antik ye Tharsaye ku ji dema Romaye maye ü di nave da mezelen di ziner da hatine çekirin hene, xebaten vekolan ü paqijkirine dest pe kirin.
Midüre Muzeye Mehmet Alkan daxuyani da rojnamevanan ü destnişan kir li Bajare Antik ye Tharsaye ku li texma gunde Kuyuluye ye dest bi xebaten nü kirine.
Mehmet Alkan diyar kir ku ekiba li hereme dixebite ji 20 kesan pek te ü wiha got, "Me li Mezelen Ziner ye Turuşe isal dest bi xebatan kir. Xebaten ku di sala 1999an da dest pe kirin navber dabüne, le di sala 2021e da disa dest pe kirin. Me di xebatan da 60 mezelen di zinaran da derxistin hole ü me isal ji heya niha 2 mezel derxistine hole." -
|