Wezire Berevaniye Fikri Işik, li ser iddiyayen ku de Arteşa Azad a Süriye bi nave "Arteşa Mertala Rojhilat" xwe rexistin dike wiha got: "Tirkiye, ji bo operasyon bi rexistineke terori re neye girin gelek xebatan dimeşine. Em li heremeke bihereket, wek welateki bihereket xebaten xwe didominin. Di van xebatan de herekateke ku ji derveyi unsüren PYD ü YPGye were kirin ü bi taybeti unsüren ereb te hebin Tirkiye destek dike."
Işik, di civina Wergirtina Xwendekaran de ji bo sala 2017-2018an a Zaningeha Berevaniya Neteweyi axivi ü li ser rojeve nirxandin kirin.
Herwiha der bare moşeken S-400i de ji destnişan kir ku di mizakereyan de hatine qonaxa dawin ü wiha agahi dan:
"Geleki eşkere ye ku hewcehiya Tirkiye bi sistema parastine ya esmani ü moşekan heye. Mixabin welaten endamen NATOye di ve mijare de peşniyarek nedan Tirkiye. Wek din, parvekirina teknolojik ü hilberina hevpar ji qebül nekirin. Loma Trkiye ket nav legerineke. Niha xebaten li ser S-400 gihiştin qonaxa dawin. Helbet ev naye we maneye ku eme sibe imze bikin." -
|