Sekretere Gişti ye Neteweyen Yekbüyi (NY) Antonio Guterres da bibirxistin ku wi bangewaziya peymane li İsrail ü Hemase kir ü wiha got, "Ev firsendek e ku dive neye berhewakirin ü erişa bejayi ya diji Refahe naye qebülkirin."
Guterres beri ku li qata meqame digel Serokomare İtalyaye Sergio Mattarella hevditina duali bike, daxuyani da çapemeniye.
Guterres bal kişand ku wi di daxuyaniya xwe ya niviski ya beri niha da bang li İsrail ü Hemas kir ku peymane pek binin ü wiha got, "Ev firsendek e ku dive neye berhewakirin ü erişa bejayi ya diji Refahe naye qebülkirin."
Guterres diyar kir ku erişa bejayi ya diji Refahe de bibe sedema encamen tirsnak en mirovi ü de hereme beistiqrar bike.
Hemase peşniyaza agirbeste pejirandibü
Seroke Buroya Siyasi ya Tevgera Hemase İsmail Heniyye ji Qeter ü Misre ra ragihandibü ku wan, peşniyaza wan a agirbesta li Xeta Xezeye pejirand.
Pişti ku Hemase ragihandibü ku wan, "peşniyazen agirbeste" pejirand, Kabineya Şer a İsraile biryara berdewamkirina erişen diji Refahe sitandibü. -
|