Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 18/04/2024 16:24 
News  > 

Ji Kapên Kehrîbar Ên Lîstikê Tizbiya Çêdike

17.02.2017 13:58

Abdulhakim Karasapane ku li Şanliurfaye hostaye tizbiye ye ev 20 sal e kare bave xwe didomine ü kapen listika almani ya ji kehribara osmani hatine çekirin yekoyek neqş dike ü ji wan tizbiyen antika çedike.



Karasapane 33 sali di atolyeya xwe ya Gumrukhana li Çarşiya Haşimi ya Diroki hostaye huneren destkariye ye di heman deme da ji 20 sale pişeya bave xwe dike. Hosta ji bili kehribaran ji dara zeytün, gul ü darçine tişten din ji tizbi çedike.



Di nav karen Karasapan dike da ji bi taybeti tizbiyen zaren listika almani ya ku ji kehribara osmani hatine çekirin bale dikşinin. Ev tizbiyen li ser siparişen taybet ji zaren listika almani ten çekirin di navbera hezar ü 10 hezar lireyi da ten firotin.



Hosteye tizbiyan Karasapan daxuyani da nüçegihane AAye ü diyar kir ku di 13 saliya xwe da çekirina tizbiyan ji bave xwe hin bü, xwe pe ra gihand ü bü hosteye vi kari.



Karasapane ji ber meraqe dest bi vi kare bave xwe kir ü 20 sal e ji didomine got: "Ji bo çekirina tizbiye sebir lazim e, karaki xweş ü bi zehmet e. Bi sewirandineke xweş mirov pereki baş ji tizbiye qezenc dike. Ez vi kari ji bave xwe ü hostayan hin büm. Bere bere min ji di vi kari da xwe peşva bir ü ji melzemeyen cihe cihe tizbi çekir. Niha tizbiyen heri biqiymet ji kehribara ku em je ra dibejin kehribara osmani ne. Kehribaren niha orijinal ninin. Niha kehribaren orijinal peydakirin pir zehmet e. Heri zede ew ji eşyayen bere derdikevin. Mesela ew zaren listiye yen almani yen heyama osmani, destiyen gopal ü siwanokan ji kehribare hatine çekirin."



Melzeme ji mişteriyan çekirin ji hosta



Hosta Karasapan diyar kir ku tizbi meraqeke biha ye ü bi taybeti ji li ser daxwaze ten çekirin ü wiha dewam kir: "Meraqdar melzemeya tizbiye peyda dikin ü tinin ü ez ji ji wan ra dikim tizbi. Ev kapen listika almani ya ji kehribara osmani pir bi qiymet in ü kese meraqdar diçe wan ji xwe ra peyda dike tine ü em ji bi ked ü xebata xwe wan hür hür neqş dikin ü je tizbi çedikin. Ji bo ku ez ji kapen almani tizbiyeki çekim bi qasi hefteyeke pera eleqedar dibim. Grama kehribara osmani li gor qeliteye ji 100 lireyi dest pe dike. Heba tizbiya ji vi melzemeyi te çekirin ji di navbera hezar ü 10 hezar lireyi da te firotin." -



 
Latest News





 
 
Top News