Wezareta Türizm ü Berhemen Diroki ya Filistine ragihand, İsraile "qedexeya ku li Şerieya Rojava dabü ser teketina türisten biyani" rakir.
Di daxuyaniya niviski ya wezarete da hat destnişankirin ku biryara "qedexekirina teketina türisten biyani ya ji bo bajaren Filistine" ku çendek bere bi deste Reveberiya Çavderiya Sinor a İsraile hatibü dayin, hat betalkirin.
Di daxuyaniye da herwiha hat destnişankirin ku biryara navbori ya betalkirine iro gihişt ber deste wezarete.
Reveberiya Çavderiya Sinor talimat dabü firmayen ku türistan tinin israile da ku vizeye nedin türisten biyani yen ku dixwazin derbasi xaka Filistine, bi taybeti ji Beytullehime bibin.
Hejmara türisten ku xaka Filistine ziyaret kirin di nive yekemin e sala 2015an da 999 hezar bü, le ev reqem di heman serdema sala 2016an da berjeri 951 hezari bü.
Qudsa Rojhilat ü Şerieya Rojava ji 1967an vir va di bin dagirkeriya İsraile da ne. Li Qudsa Rojhilat a dagirkiri 200 hezar, li Şerieya Rojava ji 400 hezar niştecihen cihü hene. Li gori hiqüqa navneteweyi hemü deveren xwecihi yen cihü yen li van deran, derqanüni ten hesibandin.
Xeta Xezeye ji ji sala 2006an vir va di bin dorpeça İsraile da ye. İsraile "Diware Cihebüne" ava kir ü bi vi awayi re li ber filistiniyen ku dixwazin ji Şerieya Rojava derbasi Qudse bibin, dibire. -
|