Wezire Karen Derva ye İrane Huseyin Mir Ebdullahiyan got, "Welate wi beriya ku erişi İsraile bike, agahi da Amerikaye ü ragihand ku ew e baregehen Amerikaye yen li hereme ü berjewendiyen Amerikaye nexin hedef."
Li gor malpera nüçeyan a Entexabe, Ebdullahiyan ji bo ku beşdari civina Konseya Ewlehiye ya Neteweyen Yekbüyi (KENY) bibe, çü Amerikaye ü li New Yorke pirsen rojnamegeran bersivandin.
Ebdullahiyan got, "Beriya operasyone (ya li diji İsraile) ü pişti (destpeka) operasyone bi şerte ku seba parastina eskeri piştgiriye nedin İsraile, me ji Amerikaye ra eşkere got ku em e baregehen we ü berjewendiyen we nekin hedef."
Wezire İrani diyar kir, ji bo tekiliya navbera her du welatan İsviçreye navbeynkari kir ü wiha dewam kir, "Roja yekşeme pişti operasyone li gor saeta heremi me di 02.30yi da ji Amerikaye ra peyam şand ü je ra got ku em li hereme pey zedekirina rageşiye ninin." -
|