Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 20/04/2024 15:57 
News  > 

Heyeta Hdpê Goran Ziyaret Kir

24.09.2016 20:47

Hevseroke Gişti ye HDPe Selahattin Demirtaş li bajare Sileymaniye Tevgera Goran a ku li Herema Kurdistana Iraqe (HKI) serkeşiya mixalefete dike, ziyaret kir.



Ziyaret li Sileymaniye li avahiya partiye ya li Gira Zergeteye hat kirin ü Berdevke Tevgera Goran Şoreş Heci ü rayedaren din en partiye peşwaziya Demirtaş ü heyeta pe re kir.



Demirtaş pişti hevditine di civina çapemeniye ya hevpar a ku hat lidarxistin de axivi ü diyar kir ku partiyen siyasi yen li Herema Kurdistane teri xwe tiji ü bi tecrube ne ü got ku armanca ziyareta wan ew e arikari bikin ku rageşi ü ixtilafa siyasi ya di nav partiyen siyasi yen li hereme de daxin asta heri kem ü arikari bikin ku reya diyaloge be vekirin.



Demirtaş qal kir hevi dikin ku pişti ziyareta hereme ya HDPe rageşiya zede ya di navbera partiyen siyasi yen navbori xilas bibe ü got ku "İnşeallah di demek kurt de dest bi diyaloge bikin."



Demirtaş da zanin dixwazin ku parlementoya li Hewlere ya ku weki meclisa kurdan a tekane ya li dinyaye ye ji di demek kurt de vebe ü dest bi fealiyetan bike ü wiha axivi: "Em hevi dikin ku parlemento fealiyeten xwe yen siyasi ü xizmeta gel berdewam bike."



Berdevke Gorane Heci ji da zanin ku heyeta HDPe ji bo ku rageşiya zede ya di navbera partiyen siyasi yen li Herema Kurdistane de daxin asta heri kem gin fikren giring dan ü ve yeke ji geleki ereni dibinin.



Hat diyarkirin ku Berdevka Meclisa Jinan a HDPe Besime Konca, Alikaren Hevseroke Gişti Fatma Kurtulan ü Nadir Yildirim, Parlementere Stenbole Celal Dogan, Parlementeren Diyarbekire İmam Taşçier ü Nimetullah Erdogmuş, Parlementere Merdine Mithat Sancar, Parlementere Şanliurfaye Osman Baydemir ü Endame Meclisa Partiye Abdullah Alagoz li gel Demirtaş ji Kerküke hatin Sileymaniye.



Demirtaş ji bo ku "dawi li rageşiya di navbera partiyen siyasi yen ku HKIye be ü reya diyaloge be vekirin" di 21e ilone de hat bajare Hewlere ü di roja ewil a ziyarete de bi Mesüd Barzaniye Seroke Herema Kurdistana Iraqe ü di roja 2yemin de ji bi Serokwezir Neçirvan Barzani re hatibü bal hev.



Demirtaş pişti tekiliyen xwe yen li Hewlere li Kerküke Waliye Bajer Necmeddin Kerim ziyaret kiribü ü derbasi bajare Sileymaniye bibü bi Serokomare Bere ye Iraqe ü Sekretere Gişti ye Yekitiya Niştimani ya Kurdistane (YNK) Celal Talabani re hatibü bal hev.



Dan zanin ku ziyareta heyeta HDPe ya bi serokatiya Demirtaş a 4 roji de iro xilas bibe ü heyet de ji Balafirgeha Navneteweyi ya Sileymaniye vegere Tirkiyeye. -



 
Latest News





 
 
Top News