Hikümeta Herema Kurdistane, daxuyaniya berpirse Arteşa Pasdaren İrane da ü gotinen "Hebüna 36 konsolosxaneyan li Hewlere ne asayi ye. Dive Konsolosxaneya Siüdi li Kurdistane were girtin" wek "bemesülane" wesifand ü rexne li van gotinan girt.
Hikümeta Hereme di daxuyaniyeke resmi de helwesta Arteşa Pasdaran rexne kir ü ji mesüliyete dür nirxand.
Herema Kurdistane di daxuyaniye de wiha ragihand:
"Konsolosxaneyen dewleta li gor yasayen Iraq ü Herema Kurdistane li Hewlere vedibin. Kar ü xebaten wan ji di çarçoveya van qanünan de tene kirin. Heqe tu kesi tuneye ku daxwaza girtina konsolosxaneyen li Herema Kurdistane bike."
Hikümeta Kurdistane bibir ani ku Pasdaren İrane bere ji gotinen "wisa bemesülane" kiribün ü cih da van gotinan: "Ev ne cara yeke ye ku berpirsen Arteşa Pasdaran gotinen wisa bemesülane li diji Herema Kurdistane dibejin. Ev helwest, mudaxele ye li ser kare hundire Iraqe ü Herema Kurdistane. Herwiha tu hincet ji bo van gotinan tuneye."
Di dawiye de hat gotin ku, "Herema Kurdistane dixwaze bi ciranen xwe ü dewleten cihane re tekiliyen dostane ava bike. Dive Tehran helwesteke ciddi li hemberi van daxuyaniyen bemesülane bigire. Lazim e Tehran nehele ku daxuyaniyen wisa dubare bibin. Lewra ev daxuyani bi tu awayi ne di berjewendiyen Herema Kurdistane ü Komara İslami ya İrane de ne. Em van daxuyaniyan bi tu awayi qebül nakin ü bi her awayi ji red dikin." -
|