Serokomar Erdogan: "Li gor pergala nü hilbijartin we çi deme ben kirin, di sermaweza 2019an da. We deme heke partiya min rabe ü min wek namzed nişan bide ü gele me ji pe razi bibe we deme eme bi hev ra bimeşin."
Serokomar Recep Tayyip Erdogan li Denizliye li Qada Şehitan a Delikliçinare ya 15e Tirmehe di mersima vekirinen komi da xitabi gel kir.
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da wiha got: "Li gor pergala nü hilbijartin we çi deme ben kirin, di sermaweza 2019an da. We deme heke partiya min rabe ü min wek namzed nişan bide ü gele me ji pe razi bibe we deme eme bi hev ra bimeşin. Heke bi yeki din razi bibe ji we ew be ü welet bireva bibe."
Erdogan diyar kir em e bi demokrasiye di reya xwe da bimeşin ü wiha dewam kir: "Em dixwazin Tirkiyeya neteweyi, xwemali, demokrat, azad ü mureffeh peşva bibin. Em qala serokatiyeke neteweyi ü xwemali dikin. Serokatiyeke li gor tirkan. Em heta niha bi demokrasiye hatin ü em e bi demokrasiye di reya xwe da bimeşin."
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da destnişan kir em ji guherine natirsin ü wiha got: "Ji bo di demokrasi, abori, veberhenan ü projeyen mezin da Tirkiyeyeke xurt çebe em pergala xwe ya revebiriye diguherinin. Em ji guherin ü nübüne natirsin. Di diroke da gele tirk her dem ji tişten xweş, baş ü kerhati paş nemaye ü peşengiya guherine kiriye. Bawer dikim we iro ji guherine tercih bike." -
|