Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 04/05/2024 02:57 
News  > 

Geştiyar di "Hefteya Turîzmê" da jî çûn ziyareta Qesra Îshaq Paşa

Geştiyar di

21.04.2024 13:27

Qesra İshak Paşa ya ku li Bazida navçeya Agiriye di "Hefteya Turizme" da ji mazüvaniya ziyaretvanen heremi ü biyani dike.

Qesra İshak Paşa yek ji berhemen heri bi nav ü deng ya ji dema İmparatoriya Osmaniyan e ü di Serdema Laleyan da hatiye çekirin.

Ev berhema diroki li heremeke çiyayi ye ku ji aliye rojhilat ü başür va bi çiyayen ase va hatiye dorpeçkirin.

Qesra diroki ji ber cihe ku le ye dişibe "helina qertelan" ü ji ber ku Tirba alime İslame Ehmede Xani, Kela Urartuye, Muzeya Ehmede Xani ü Mizgefta Bazide ya Kevin li derüdora we ye her demsal ji hela gelek geştiyaran va te ziyaretkitin.

Qesra İshak Paşa di Listeya Berwext ya Miraten Cihane ya UNESCOye da cih digire ü bi mizgeft, ode, diwar, tirbe, hewşen hundir ü derva, diwan ü eywanen xwe yen bi heybet bale dikişine.

Ji ber Hefteya Turizme ya di navbera 15-22ye Nisane da qesr mazüvaniya gelek geştiryaran dike.

Par 213 hezar kes ü di 9 rojen betlaneya Eyda Remezane da ji 14 hezar kes hatin ziyareta qesre.

Necdet Bozaliye ji Trabzone hatiye ditina qesre ji nüçegihane AAye ra diyar kir ku ew bi komek xwendekar va hatine Qesra İshak Paşa.

Bozali bal kişand ser hejmara türisten biyani ü wiha got: "Em her tim ten ü ve hefteye ji em disa hatin ziyarete. Em her sal xwendekaren cuda tinin. Hemü ji ve dere hez dikin. Hin ji wan gelek caran ten. Ji aliye turizme va ciheki geleki giring e. Li ve hereme şopen mimariya Selçüki ü Osmaniyan heye."

Şukru Salim Kemale ji Giresune hatiye ji got qesr di her demsale da pir xweş e ü wiha axivi: "Me bi kefxweşiyeke mezin li qesre wene kişand. Li dinyaye pergala germkirine ya kalorifere cara ewil li vir hatiye çekirin ku ev ji balkeş e. Rengen keviran ü her her tişt pir xweş e. Ger derfeta me hebe em e disa ü disa ben. Heybeta Çiyaye Agiriye ji pir cuda ye, di nav çiyayen din da wek çiyaye sereke xuya dike. We ji bo me pir zehmet be ku em ji vir derkevin."

Dilara Turkmena ji Stenbole hatiye ji diyar kir ku ew ji bo gere hatine hereme ü wiha got: "Dirok ü mimariya qesre tesire li ser me kir. Me Çiyaye Agiriye ji dit. Li Wane ji em çün Girava Axtamare. Ev der pir xweş in." -



 
Latest News





 
 
Top News