Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 13/05/2024 01:12 
News  > 

Di operasyona "Bozdogan-30"yê da 147 şikbarên rêxistina terorê ya cudaxwaz hatin girtin

28.04.2024 10:42

Wezire Karen Navxweyi Ali Yerlikaya ragihand ku di operasyonen "Bozdogan-30" yen li 29 bajaran diji rexistina terore ya cudaxwaz hatin kirin da 147 şikbar hatin girtin.

Yerlikaya li ser hesabe xwe ye medyaya civaki diyar kir ku bi kordinasyona Serdozgeriyen Komare, Fermandariya Gişti ya Cendirmeyan ü Midüriyeta Gişti ya Ewlehiye, li Adiyeman, Agiri, Aydin, Burdur, Diyarbekir, Edirne, Erzirom, Gazientab, Giresun, Hatay, Stenbol, Kocaeli, Kilis, Osmaniye, Rize, Sert, Tekirdag, Mersin, Enqere, Antalya, Denizli, Eleziz, İzmir, Manisa, Merdin, Sewaz, Şanliurfa, Şirnex ü Wane diji rexistina terore ya cudaxwaz operasyonen "Bozdogan-30"ye hatin kirin.

Wezir Yerlikaya daxuyand ku di operasyonan da 147 şikbar hatin girtin ü wiha got: "Ez dixwazim bila gele me ye heja bizane ku em sale 365 roj, 4 demsal, 12 meh, şev ü roj bi cendirme ü polesen xwe va operasyonan dikin. Tekoşina me ya diji terore heta teroriste dawi be berterefkirin we bi biryardari dewam bike."

Yerlikaya diyar kir hat tesbitkirin ku şikbaran li ser hesaben xwe yen medyaya civaki propagandaya rexistina terore kirine, sücen endamtiya rexistina terore, alikari ü piştgiriya rexistine kirine ü ani ziman ku di operasyonen da gelek fişeken be ruxset, tivingen fişekan, bombeyen destan en plastik, melzemeyen dijital ü belgeyen rexistine hatin bidestxistin ü hezen ewlehiye yen ku operasyon kirine ji piroz kir. -



 
Latest News





 
 
Top News