Wezareta Karen Derva ya Emrikaye destnişan kir, pişti operasyonen Arteşa Tirkiyeye leşkereki payebilind e DYAye ye çü serdana Şengale bi endamen PKKya rexistina terori ra nehatiye bal hev.
Mark Tonere Berdevke Demki ye Wezareta Karen Derva di daxuyaniya rojane da pirsa nüçegihane AAye ya "Leşkeren Emrikaye bi firokeye çüne hereme ü bi endamen rexistine ra axivine" bersivand.
Toner li ser pirsa "Hün PKKye wek rexistina terori penase dikin, le pişti operasyonen Tirkiyeye leşkeren DYAye çüne hereme ü rayedaren PKKye li vir peşwaziya leşkeren payebilind kirine. Hün der heqe ve da çi dibejin?" bertek nişan da ü wiha got: "Min weneyen hün qal dikin neditine. Le gotinen leşkeren payebilind bi rayedaren PKKye ra hatine bal hev neheqi ye. Em PKKye wek rexistina terori qebül dikin."
Mark Toner der bare operasyonen Arteşa Tirkiyeye yen li diji PKK ü YPGya şaxa we ya Süriyeye da ji peyivi.
Toner diyar kir operasyon li gor bere li dereke cuda hat kirin ü wiha got: "Em ji bo parastina sinoran piştgiriye didin operasyonen Tirkiyeye yen li diji terorizma PKKye. Di navbera operasyonen Tirkiyeye yen du roj bere ü yen do hatin kirin da cudahi heye ü li dereke cuda hatin kirin." -
|