Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 20/04/2024 13:29 
News  > 

Biryara Doza Yasîn Boru Dilê Malbatan Xweş Nekir

26.04.2017 11:28

Eqrebayen Yasin Boru, Ahmet Dakak, Riyat Guneş ü Hasan Gokguz en ku di büyeren Kobane yen 6-7e Çiriya Peşin a 2014an de li Diyarbekire hatibün kuştin gotin ku cezaye dadgehe daye tere nake ü xwestin ku kesen ev kuştin dane kirin ji ben mehkemekirin.



Mehmet Gokguze bave Hasan Gokguz ani ziman heta yen ku ev kuştin bi van kesan dane kirin neyen mehkemekirin dile wan rehet nabe ü wiha axivi: "Zubeyde Zumrute di radyoye de ji her kesi re got derkevin kolanan. Selahattin Demirtaş got 'Her dere bikin Kobane'. Gulten Kişanake got 'Çiqas dindar ü kesen rihe wan hebin ji hole rakin'. Dimene kamerayen MOBESEye winda kirin. Dewlet bila ve lekoline bike ü ve bibine. Ji bo ku careke din wehşeteke wiha çenebe bila kesen ev kar dane kirin ji bene girtin. Heke ceza nedin van ev büyer we careke din çebibin."



"Em giriyan bila dayiken din negirin"



Gokguz got ku cezayen hatine dayin piçeki be ji eşa dile wan kem kiriye ü wiha dewam kir: "Dile min şewiti bila dile keseki din neşewite. Selahattin Demirtaş digot bila 'Dayik negirin'. Tu wisa dibeji le tu çima dayikan didi giri. Em giriyan bila dayiken din negirin."



"Ez ji Selahattin Demirtaş gilidar im"



Gokguz got, "Neviye min e piçük dibeje 'Bave min li ku dere ye, çima naye?' Ez ji Selahattin Demirtaş gilidar im lewra heke wi gel gazi kuçeyan nekiribüya tu kes de peyayi kuçe ü kolanan nebüya." ü wiha pe da çü:



"Hetani ku kesen berpirsiyar neyen mehkemekirin em e rihet nekin. Dibe edalet bi ci be. Em edalete dixwazin, ji tu kesi alikariye naxwazin. Em li heqe zaroken xwe digerin. Çi süce zaren me hebü? Süce zaroken me ew bü ku li feqiran goşt belav dikirin, zike wan ter dikirin. Tu care zaren me derneketin kolanan ü tecawizi male tu kesi nekirin, wesayit ü dikana tu kesi neşewitandin."



"Em dixwazin ku kujer di girtigehan a birizin"



Kimet Guneşa diya Riyat Guneş di daxuyaniya xwe ya kurmanci da bi bir xist ku ceza dan sücdaran, daxwaza wan ew e ku kesen bang kirin ji ben darizandin.



Guneşe got cezaye ku hat dayin dile wan rihet nekir ü wiha axivi: "Em dixwazin ku kujer di girtigehan da birizin. Zirara zaroken me negihiştibü tu kesi. Goşte qurbanan belav dikirin. Li zaroken me eşkence kirin ü kuştin. Xwede heqe me nehele. Xwede ve eş ü jane bine sere wan ji."



"Neviye min her roj pirsa bave xwe dike"



Dayika Hasan Gokgoz, Mehtap Gokgoze got ku neviye we her roj pirsa bave xwe dike, le ew cewabeke nabinin ku bidin.



Gokgoze diyar kir ku ew dixwazin cezaye ku dan berşikan bira heman cezayi bidin Selahattin Demirtaş ji ü wiha pe da çü:



"Dewlet heya ku heman cezayi nede Gultan Kişanak ü yen din, rehetiya dewlete ji çenabe. Lawe min şehid bü, ez giriyam. Bira dayiken leşker ü polesan negirin. Ez edalete dixwazim. Dewlet dibine ku ka ew çi dikin."



"Em dayik in, em dixwazin edalet ciye xwe bibine"



Dayika Huseyin Dakak, Zerife Dakake rexne li we yeke girt ku hin berşikan ceza nexwarin ü wiha dewam kir, "Ez dixwazim ceza li wan ji were birin. Yen din ceza xwarin, hundire me hineki henik bü."



Dakake got heya ku kesen bün sedem neyen darizandin, edalet ciye xwe nabine ü wiha xeber da:



"Ji kesen ku nav te dan tiştek nehat kirin, ihmalkariya mezin di wir da ye, lewra kese ku li Diyarbekire xwin da retin, bal kişand ser Kobane Selahattin Demirtaş e. Mimar ew e, me dixwast ku ew ceza bixwe. Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag, Zubeyde Zumrut, Gultan Kişanak tevli doza büyeren 6-7e cotmehe nekirin. Em dayik in, em dixwazin edalet pek were. Em wek malbaten şehidan ve dixwazin."



"Biryare em tetmin nekirin"



Hatice Boruya diya Yasin Boru ji got ku ew ji ber cezayen ku hatine birin, hineki teselli bün ü wiha axivi:



"Le ve biryare em tatmin nekirin. Em nabejin 'Sücdar cezaye xwe xwar'. Çend kujeren destbixwin en talankar ü tetikbidest ceza xwarine, em bi ve tetmin nabin. Em tene dixwazin ku Selahattin Demirtaş, Zubeyde Zumrut, HDP ü PKKyi ü kesen ku ew roj millet ji bo Kobane derxistin kolanan werin mehkemekirin, heke ku ew neyen mehkemekirin dile me rehet nabe."



Diya Yasin bertek da nişan ku hin bersücen doze beraat kirin ü bangi hikümete kir ku ihmala ke te da hebe bila ew ji werin mehkemekirin. -



 
Latest News





 
 
Top News