Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 26/04/2024 16:29 
News  > 

Beriya Deaşê Rewşa Demografîk A Nînovayê

12.10.2016 16:18

Li gor texminan nifüsa Ninovaya li bakure Iraqe ku ji sedi 65 ji ereben suni pek te, beriya DEAŞa rexistina terore qedere 3 milyon ü 700 hezari bü.



Li gor agahiyan li Müsila navenda Ninovaye ji beriya ku bikeve deste DEAŞe nifüsa bajer qedere 2 milyon te texminkirin.



Li Ninovaya ku çandeke qedim le heye ji xeyni ereben suni, kurd, ezdi, xiristiyan ü tirkmen dijin.



Esil Nuceyfiye Waliye Müsile ye bere der bare rewşa ewil a Ninovaye da daxuyani da nüçegihane AAye.



Navenda bajer Müsil e



Nuceyfi diyar kir ku li Müsila navenda Ninovaye ji beriya ku bikeve deste DEAŞe nifüsa bajer qedere 2 milyon te texminkirin ü wiha xeberda: "Li navenda Müsile ji sedi 90 ereben suni hene, ji sedi 7 ji sala 1960an vir va kurden ku ji Dihoke hatine hene ü ji sedi 3 ji xiristiyan hene ku ji bere da li vir in."



Nuceyfi got ku li Müsile ereben suni, kurd ü xiristyan hene, li navende ezdi najin le hin tirkmenen şii hene.



Nuceyfi destnişan kir ku li başüre Müsile navçeya Hemam el-Elil, El-Şoraw ü El-Kayyara, li rojavaye El-Muhallebiye ü rojhilate ji Başiqa bi gişti 5 navçe hene, li 4 navçeyen başür ü rojavaye bajer gelemperi ereben suni dijin. Li Başiqaye ji xiristiyan ü ezdi dijin.



Nebil Heboye Berpirsyare Karen Tirkmenan e Serokomariye ji got ku li navenda Müsile 120 hezar tirkmen dijin.



Li 8 navçeyan milyonek ü 700 hezar kes dijin



Nuceyfi got ku li Iraqe ev salen direj in ku nifüs naye jimartin ü ev agahiyen di deste wan de ne hejmaren texmini ne ü wiha axivi: "Li dervayi navenda Müsile, li 8 navçeyen Ninovaye qasi milyonek ü 700 hezar kes dijin."



Rojavaye bajer



Waliye Bere ye Müsile Nuceyfi got ku li rojavaye Ninovaye li navçeyen Telafer, Şingal ü Baace ereben suni, tirkmenen şii ü suni, ezdi ü kurden süni dijin.



Nuceyfi bal kişand ku li Telafera ku ji hela nifüse va mezintirin navçeya Iraqe ye ü li 3 bajaroken we, bi pirani tirkmenen şie-suni dijin ü wiha got, "Nifüse navenda navçeye li gori texminen me li derüdora 300 hezari ye. Ji sedi 30i ve rejeye ji tirkmenen şii, yen mayin ji ji tirkmenen suni pek te."



Nuceyfi herwisa bal kişand ku li bajaroke Rebie, Zummar ü El-Iyaziyeye yen bi ser navçeye ji xeyni tirkmenan kurd ü ereben suni ji dijin ü wiha got, "Li rojavaye parezgehe li naçeya Sincare ü bajaroken we Sinüni, Xana Sor ü Kayawane ji bi pirani ezdi dijin ü tevahiya nifüse navçeye digehije 300 hezari. Ji bili ezdiyan yen mayin ereb ü kurden suni ne."



Herwiha Nuceyfi diyar kir ku navçeya Baace ya li rojavaye Ninovaye ji bi temami ji ereben suni pek te ü nifüse we ji neziki 150 hezari ye.



"Li navçeya Tilkefe ya ku li heri bakur e ü li navenda bajaroken El-Küş, Wane ü Faidiyeya giredaye we xiristiyan, li herema der ü dore ji ezdi dijin. Di heman deme da ereben suni ü kurd ji li we dere hene. Li bakur bi nave Şeyxane navçeyeke din ji heye ü bajaroka Zelikane ji li ser e. Li ve dere ji heri zede ezdi ü kurden suni dijin. Li hin gundan ereben suni ji hene."



Herema wilayete ya rojhilate



Nuceyfi diyar kir, weke navçeya Tilkefe navçeya Hemdaniyeye ku li rojhilata Ninovaye tekane navçe ye ji disa xiristiyan zede ne.



Nuceyfi li ve dere bajaroken Nemrüd ü Bertillaye ji li ser ve navçeye ne ü diyar kir ku li navenda navçe ü bajaroke xiristiyan li heremen der ü dore ji kurden suni ü ereb, ji bili van ji kurden şii ku ji wan ra dibejin şahbek le hene.



Herema wilayete ya başür



Nuceyfi diyar kir, li başüre wilayete ji navçeya Mexmür ü Hazire heye, bajaroken Guwer, Dibege ü Keraçe ku li ser Mexmüre ne, hene ü wiha dewam kir: "Bajaroka Dibegeye bi temami ji kurdan, Guwer ji ereben suni ü kurdan, Keraç ji bi temami ji ereben suni pek te."



Nuceyfi got ku li herema başür navçeyek ji Hazir e ü wiha got: "Eva navçeya ü Et-Tila bajaroka navçe bi tevahi ereben suni ne."



Ninova qelbe suniyen Iraqe ye



Wek mayin Pispore Demografiye ü Hindekare Beşa Erdnigariye ya Fakulteya Zanisten Civaki ya Zaningeha Selaheddine Prof. Xelil İslamil ji diyar kir ku li Wilayeta Ninovaye ü navenda bajare Müsile pirani ereben suni dijin ü wiha pe da çü:



"Ninova qelbe suniyen Iraqe ye. Çaxa ku meriv li serjimara wilayete meze dike dibine ku ji sedi 65e bajer ereben suni ne, kurd, ezdi ü xiristiyan ji sedi 25 in, tirkmenen şii ü suni yen li Telafere ji ji sedi 10 in. Li welateki weki Iraqe daneyen saxlem tunin, ji ber ve eva rejeya texmini ne. Çaxa ku Iraq hat avakirin ji 14 liwayan pek dihat. Pişti Bexdaye liwaya heri mezin Müsil bü. Sinore ve liwaye bi tene ji sinore Ninovaya nika pek nedihat. Dihok ji di nav sinore ve liwaye da bü."



İsmail got çaxa ku di sala 1976an da derbasi sistema wilayetan bün sinore nika hat xezkirin ü wiha axivi: "Nave liwaya Müsile ji wek Ninova hat guherandin. Dihok ji wek wilayeteke din hat ilankirin." -



 
Latest News





 
 
Top News