Zaroken li Diyarbekire dijin beşdari şahiya bafirokan a ku ji hela Şaredariya Mezin a Diyarbekire va hat lidarxistin, bün.
Bafiroken rengin en zarokan esmane navçeya Süre xemilandin.
Otobesen Şaredariya Mezin a Diyarbekire 90 zaroken mexdüre terore, penaberen süri, yen kemendam ü yen feqir birin li ber Pira Dehderi ya diroki. Zarokan li vir bi mamosteyen xwe va bafiroken xwe çekirin ü pişt re bafiroken xwe yen rengin li esman firandin.
Navçeya Süre ya ku par denge çek ü teqinan le dihat ve care bi denge coş ü şahiya zarokan ve olan da.
"Min cara ewil bafirok firand ez pir kefxweş im"
Ji zarokan Sila Elahmet ji nüçegihane AAye re got ku ew pir kelecan e ü wiha axivi: "Min cara ewil bafirok firand, ez pir kefxweş im. Spasiya Şaredariya Mezin a Diyarbekire dikim."
Emine Aydine ji kelecan, coş ü şahiya xwe ani ziman ü got ku ew ji cara ewil e bafiroke difirine ü wiha dewam kir: "Hevalen min ji pir kefxweş bün. Hinekan cara ewil e ku bafirok firandin. Em dixwazin çalakiyen wiha xweş car din ben kirin."
Mustafa Muhacir ji got ku ew cara ewil e bafiroke difirine ü ji ber ve kefxweş e.
"Çalakiyen bi vi rengi we car din ben kirin"
Rifat Mertogluye Midüre Şaxa Zarokan a Serokatiya Daireya Xizmeten Civaki ya Şaredariya Mezin a Diyarbekire got ku bi ve çalakiye ve zarokan bafirok firandine ü mamosteyen wan ji alikariya wan kirine.
Mertoglu ani ziman ku bi daxwaza Şaredar Cumali Atilla ve çalakiyen bi vi rengi we car din ben kirin. -
|